
N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye, wekî her t’enê ew bajar’van dikarin t’ev bijartinê Ermenîstanêye pêþbervin, pasportê k’îjanaye her t’enê ermenî hene- bi binxetkirina, wekî ew ij Destûra welêt diher’ike. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- wexta r’sthatina t’ev Vladîmîr Pûtînê sedrê T’Û P’aþînyan paþda veger’yaye ser pêvajoyê Ermenîstanêye sîayasîyêye höndör’- bi k’ivþkirina, wekî welat ê dêmokratîyêye, û çapiktîya sîasîyê diyarda e’slîye.
“Bal me hîvîya bijartinê þêwirxanêne, û ew bijartin, bi delîlî, isa jî bijartinê serekwezîrin”,- ewî gotîye.
Serekwezîr t’elebê t’evbûna li bijartinaye destûrî mexsûs daye k’ivþê.
“Her t’enê ew bajar’van dikarin t’ev van bijartinavin, pasportê k’îjanaye her t’enê ermenî hene. Yanî- meriv, pasportê k’îjanaye ûr’isî hene, angorî Destûra CE, nikarin ne pêþendamê dêpûtatvin, ne jî pêþendamê serekwezîr”,- P’aþînyan daye k’ivþê.
Ewî isa jî binxetkirîye, wekî xeysetê vê sînorkirinêyî hiqûqîyê heye û bona t’emamîya kesê döbajar’vane- bêy semt’girîya sîasîyê.







