
Arayîk Harûtyûnyan serdana wargehên kêmneteweyên neteweyî li herêma Armavîr kir da ku li cihê bûyerê bi pirsgirêk û bernameyên heyî re nas bibe.
Ew bi parêzgarê herêmê Vahram Xaçatryan re civiya, li wir bernameyên çêkirina rêyan, gazkirin û dabînkirina avê hatin pêşkêş kirin.
Di dema serdanê de, Harûtyûnyan serdana wargehên Nor Artagers, Yêrasxahûn û Fêrîk kir, guh da pirsgirêkên niştecihan, tekez kir ku ew di navenda bala hikûmetê de ne.
Wî her wiha serdana kompleksa perestgeha Êzdiyan “Ziarat” li Aknalîç kir, bi xebatên ku hatine pêkanîn re nas bûye.







