All NewsTop

Estonya dê li Yêrêvanê balyozxaneyê veke

Estonya plan dike ku îsal li Yêrêvanê balyozxaneyekê veke.

Wezîrê Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna di mîkrobloga xwe ya X de li ser vê yekê nivîsand, û her wiha li ser hevdîtinek xweber bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan re li Brukselê agahî da.

Wezîrê Derve yê Estonyayê nivîsand: “Brûksel xwedî şiyanek bêhempa ye ku mirovan bîne cem hev. Min hevdîtinek xweber bi hevalê xwe yê delal, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan re kir. Ger ne li cîhek din be, îsal em ê dîsa di vekirina Balyozxaneya Estonyayê li Yêrêvanê de bicivin.”

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan bersiva posta Wezîrê Derve yê Estonyayê da.

Wezîrê Derve yê ERmenistanê nivîsand: “Her dem kêfxweşiyek e ku meriv bi hevala xwe ya delal Margu Tsahkna re hevdîtin bike. Çi hevdîtinek fermî be çi jî xweber be, em mijarên balkêş ên hevbeş dibînin da ku hevkariya xwe pêşve bibin. Ez bi heyecan li benda pêşwazîkirina we li Yêrêvanê me, di nav de vekirina Balyozxaneya Estonyayê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button