
Waþîngt’onêda r’asthatina Marko R’ûbîoyê k’ativê WAY-î dîwanî û Ararat Mîrzoyanê wezîrê CE-yî K’D qewimîye. Destpêbûna hevr’axeverdanada R’ûbîo bi e’lametîyê pêþda hatîye- bi paþdaveger’andina ser e’lmetîya t’evayîye derheqa goveka mîaserkirina T’RÎP’P’-da. Ewî daye k’ivþê, wekî t’emesûka bê qolkirinê mesela mîaserkirina hevr’aqayîlne’mêye h’ijmek’armayînêye, k’îjan alîkîva mecalê Ermenîstanêye malhebûnîyê vedke, îznê dide bi malhebûnê gölvede, isa jî k’omekê dide serbestîya Ermenîstanê û ewê nat’er’ibîne. Pirsê derheqa serbestîya CE-da t’inene, bi qedirgirtina t’am berbir’î wê divin, ewî gotîye. Qewlî R’ûbîova- isa jî eleqetê CE-WAY-ye döalî wê bidûmin avavin, ewê bi vê hevr’aqayîmlne’mê qewatvin. Qölixçîyê Amêrîkayê gotîye, wekî eva seva dinîyayê dikare bive model, wekî seva þöxölvanî û gölvedana malhebûnîyê dikarî vevî- bêy danîna serbestî û t’omerîbûna t’opraxa welêt bin þikê. Marko R’ûbîo daye k’ivþê- ewê seva Ermenîstanê baþve, seva Wîlayet’ê yekbûyî, lê isa jî t’emamîya alîyê hatî wergirtinê wê baþve.







