
Ermenistan ti armancên tevlîbûna NATOyê tune. Sargîs Xandanyan
Ermenistan çarçoveyek diyarkirî ya hevkariyê bi NATOyê re heye, lê ti armancên wê yên tevlîbûna vê strukturê tune.
Sargîs Xandanyan, Serokê Komîteya Daîmî ya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyî, di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re, behsa pirsa hebûna gengaz a NATOyê li Ermenistanê kirîe.
“Li Ermenistanê hebûna NATOyê nikare hebe, ji ber ku berî her tiştî, Ermenistan ti armancên tevlîbûna NATOyê tune. Ermenistan çarçoveyek diyarkirî ya hevkariyê bi NATOyê re heye, ku bi tu awayî hebûna fîzîkî ya NATOyê li Komara Ermenistanê nîşan nade,” Xandanyan gotîe.
Xandanyan ne guncaw dît ku di çarçoveya projeya hevbeş a TRIPPê ya di navbera Ermenistan û Dewletên Yekbûyî de behsa hebûna gengaz a NATOyê bike.







