
Mêrz: Almanya nêzîkbûna Ermenistanê tev Ewropayê ra qayle
Almanya pir bi nêzîkbûna Ermenistanê tev Ewropayê ra qayle.
Şansolyerê Alman Frêdrîx Mêrz di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de tev Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re, li ser pirsa gelo Almanya hazire ye ku piştgiriyê bide afirandina derfetên nû ji bo entegrasyona kûr a Ermenistanê bi YE re, di nav de di warên aborî, enerjî û sazûmanî de, ev yek piştrast kir.
Mêrz got, “Em pir bi nêzîkbûna Ermenistanê bi Ewropayê re eleqedar in. Li ser projeyên taybetî lihevkirinek me heye, Almanya dê di gelek projeyan de di sektora dabînkirina enerjiyê de alîkariya Ermenistanê jî bike, da ku di vî warî de serxwebûnek mezintir bi dest bixe.”
Wî destnîşan kir ku wan bi Serokwezîrê Ermenistanê re li ser vê yekê axaftinên pir taybetî kirine, gihîştine rêkeftinên têkildar, ku bi nivîskî jî hatine îfade kirin. Peymanek dualî heye ku di salên pêş de bi hev re ji nêz ve bixebitin. Şansolyerê Alman destnîşan kir, “Piştî aştiyê bi Azerbaycanê re, şansek dîrokî heye ku ev pêvajo li ser bingehek berfireh, aram û Ewropî were danîn;
“Li gorî wî, Ewropa ji bo welatên herêma Başûrê Qefqasyayê jî balkêşiyek mezin heye.







