
Derheqa vê yekêda Zar’a Amatûnîya serk’ara p’evgirêdan û betalkirina T’XSO-ye Ermenîstanêda r’ojne’mevanar’a got. KXSO pey 33 sala e’melkirina Adrbêcanêda meha îsaline îlonê wek’îlxana xwe dada û ij welêt dûrk’et. “H’erke em derheqa merivada xeverdidin, ê kö wira têne xweykirinê, hevdödîtina xilazîyên meha h’ezîranê bûye, dêmek em haþ h’al- h’ewalê wan t’inene. Delîvê wa praktîka meda degmene, lê t’eþkîleta me t’erkê nade r’ê-dirbê dasekinandina cotxeverdanê t’ev wî welatada biger’e- bona k’ara xevata meye merivdostîyê û bona k’ara wan meriv, lazmaya piþtgirtina k’îjana hila hê heye”,- Zar’a Amatûnîyê da k’ivþê.







