
Divek qewatê p’ir’hejmar hene, k’îjan seva vekirina van r’ê-dirba mot’ac nînin, lê r’astîyê t’emamîya lîstikçîyåa ij vê t’ivdîrê wê k’arêk’evin. Derheqa vê yekêda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE wexta e’ne’nekirina bi navê “Dör’yanê r’êberîyêda” daye k’ivþê- bi paþdaveger’andina ser berne’ma “R’iya T’ramp’”. “Dîna xwe bidinê, angorî fermana e’dlayê, me göman heye, wekî wê govekêda vekirina sînorê navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda wê biqewime. Axirsongî çî me wê heve? R’ê-dirbê meye vekirî wê hevin navbera xelîca farisa, xelîca Omanê û be’ra R’eþda, isa jî p’evgirêdana meye navbera be’ra Kaspîyê û be’ra Sipîda wê heve, mecalê meyê hevin. P’evgirêdana Ermenîstanêye h’esinî t’ev Îranê, p’evgirêdana r’iya h’esinî t’ev Ûr’isêtê û Asîa Merk’ezîyê wê heve. Van xilazîya hûn zanin çi qewimî, Adrbêcanê e’lamkir, wekî ew t’emamîya sînorkirina nisbetî cîgöhstinê navr’aderbazbûnêye berva Ermenîstanê t’opraxa xweva derdixin, ez wê yekê bilind qîmetdikim, çimkî ew r’astî jî qirara bi me’na t’arîxîye hindava Adrbêcanêda derxistîye, û em ewê qîmetdikin.







