
Hênrîx Mxît’aryanê nîvpiþtgirê “Întêr”-a Mîlanê, fûtbolîstê k’oma Erenîstanêye bijareyî berê pirsqisa h’ecimfire daye kovara îtalîye navdare “La gazzêta dêllo sportê”. Pêþtirî pirsqisê, ewî sifetê “fûtbolîstê” xweye bjranîyî “k’emal” pêkanîye- Fûtbolîstê k’emal lezbûna wîye Alfonso Dêvîs gere heve, dîtina Lîonêl Mêssîye fantastîk û döristîya t’ehwîlkirinê Zînêdîn Zîdan. Çi dimîne bona salixê fîzîkîyê û derbê, Mxît’aryan vira hazirîya Krîþtîanû R’onaldûye fîzîkîyê û derba wîye degme cödadike, lê hostê t’ehwîlkirinê dirêj, bêþik, gere Dêvîd Bêk’hêmve. Pirsa pekandina t’opêda Klod Makêlêlê wê ê k’emalbûya, lê seva dîharkirina hostatîyêye herebilind ewî Kaka daye k’ivþê, hilbet bi dödidlîbûna berç’e’v. Û axirsongî, xeysetê serk’arîkirina fûtbolîste k’emal gere ser dereca Con T’êrîyê r’êberê meh’kemvin.







