
MAHM de’wê ij Adrbêcanê dike derheqa h’alê xweykirin û sag’lemîya 23 hêsîrê ermenîye kelayê Bek’ûyêda xweykirinê h’esavdarîyê t’emsîke- bi têrx’adîtina we’dê xilzayîê 4-ê meha çirîya paþin. Sîranûþ Sahakyana wek’îla k’ara hêsîrê ermenîye meh’kema avropîda t’ehwîlî “Azayê” kir, wekî hila hê meha tîrmehê alîyê adrbêcanî ort’eçîtî li meh’kemê kiribû borcdarîya wêye t’emsîlkirina h’esavdarîyê bide hilanînê. Lê, pey neqayîlîya h’ökömeta Ermenîstannê û wek’î lê hêsîraye meh’kema avropîda meh’kemê axirsongî ort’eçîtîya Adrbêcanê nanakirîye û Adrbêcanê nanakirîye û Bek’û borcdarkirîye derheqa ermenîyê hêsîrda salixa t’emsîlke. Hêsîrê ermenî, ê kö kelayê Bek’ûyêda têne xweykirinê, weke 3 mehaye- nav xewlekirina t’am dîharbûne, t’ö xeleqeke ort’emiletîêye serbest serîk wan nexistîye. Derheqa xweykirin, h’alê sag’lemî û r’öh’anîsyêda salix t’inene. Wek’îlê Komîtêa XSO cara xilazîyê meha h’ezîranê serî hêsîra xistibûn. Evê xeleqa ort’emiletîyê ij meha îlonê bi de’wa derge-dîwanê Adrbêcanê þöxölvanîya xwe Bek’ûyêda r’awestand.







