
N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye, wekî e’ne’nekirinê derheqa T’RÎP’P’-êdaye t’ev WY meh’kem pêþdaçûyînê qeyddikin. Strasbûrgêda P’aþînyan paþda veger’yaye ser r’ojeva fermandarîya sedrê WY, bi k’ivþkirina,: “R’ojeva r’iya T’ramp’ didûmîne merkeza göhdarîya çwa WAY, isa jî Ermenîstanê û civaka ort’emiletîyêda bimîne. Lez hêdîye: em gere hêdî bixevtin, lê bêy navbir’îya, çimkî safîkirinê lez t’ivdîrê vî cûr’eyîda nikarin bivin”. Bi gilîyê P’aþînyan- vaê gavê dora cûr’eçapê t’ivdarekdîtinê û fînanskirinê e’ne’nekirin pêþda diçin. “Niha em dixevtin- k’î gere t’ivdîrê bivîne, çawa gere k’arê xwe bike û k’î gere fînanske, çimkî xeta h’esinî e’wil gere bê t’ivdarekdîtinê”. Bona pirsa r’ojne’mevana, k’a gavê YA û WAY berne’mê binxeleqada sînk’ronbûyîne, serekwezîr daye k’ivþê, wekî e’ne’nekirinê dora t’ivdîra T’RÎP’P’-ê bi cûr’eçapa Ermenîstan-WAY-ye döalî pêþda diçin, lê îht’îmale isa jî alîyê sisya bêne wergirtinê- bi hevr’aqayîlîya herdö alîya. Ewî serda zêdekirîye, wekî Ermenîstan mot’aca wergirtina þirîkê amin, nav wê hejmarê- YA-ye aktîve, lê daye k’ivþê, wekî dik’a pêþdestîyêye h’îmlî hevk’arîya döalîye navbera Ermenîstanê û WY-da.







