
Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- serekwezîr derheqa vê yekêda nivîsar mîkrobloga xweye X-da kirîye- bi dengvedana nivîsara T’ramp’e bêlana “T’rût’h sosîal”-êda kirîva. “Ez careke din r’azîbûnê e’lamî Donald T’ramp’ê sedrê WAY dikim- seva ort’eçîtîya vê pirsa hevr’aqayîlne’ma t’arîxîye t’ev Adrbêcanê, k’îjan h’etanî wê yekê kesîr’a levnehatîye. Ez borcdarîya xwe careke din erêdikim- bi t’erefê paþwextîyê înstîtûsîonalkirina e’dlayê û mîaserkirina “R’iya T’ramp’”-da. Sedrê WAY bi nivîsarê hörmeta mezin h’esavkirîye k’omekê bide eleqeta navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda serr’astke, pêr’a jî hevaltîyê herdö r’êberê mezin- Nîkol P’aþînyan û Îlham E’lîêvr’a bike. “Seva min evê bive xêrxwezîya dayîm, lê diha ferze- seva WAY”,- T’ramp’ daye k’ivþê.







