
Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand ku di 5ê Îlona 2025an de, şandeyên herdu dewletan bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Komara Ermenistanê Mhêr Grîgoryan û Cîgirê Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Şahîn Mûstafayêv serdanên hevbeş li axa Komara Ermenistanê û axa Komara Azerbaycanê kirine.
“Li gorî peymanên ku di 8ê Tebaxa 2025an de li Waşîngtonê hatine kirin, aliyan li ser pirsên têkildarî diyarkirin û paqijkirina beş/beşên têkildar ên xeta sînor, û her weha sererastkirin û avakirina binesaziya pêwîst û dema pêkanîna wan nîqaş kirin, da ku çalakiyên di warê afirandina ragihandinê de hevrêz bikin.
Serokên şandeyan li ser organîzekirina civîna bê ya Komîsyona Nîşankirin û Ewlekariya Sînor di navbera Komara Ermenistanê û Komara Azerbaycanê û Komîsyona Dewletê ya Nîşankirina Sînorê Dewletê di navbera Komara Azerbaycanê û Komara Ermenistanê da nêrînên xwe parve kirin,” daxuyaniyê hatîe gotinê.







