
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di rêya vegerê de ji Japonyayê serdana du welatên din kir.
Paşînyan li ser rûpela xwe ya medyaya civakî nivîsand û vîdyoyek weşand û got, “Di rêya vegerê de, me li Mongolya û Kazakistanê rawestgehên kurt kirin.”
Gere were zanîn ku Paşînyan ligel Wezîrê Derve Ararat Mîrzoyan, Cîgirê Wezîrê Derva Mnatsakan Safaryan, Wezîra Perwerde, Zanist û Teknolojiyê Janna Andreasyan, Wezîrê Aborîyê Gêvorg Papoyan û Parlamenterê Partiya Peymana Sivil a Ermenistanê Babkên Tûnyan bûye.







