All NewsTop

Serokwezîr Encamên Hevdîtinên Li Waşîngtonê Pêşkêşî Serokkomarê Îranê Dike

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pezeşkyan re bi rêya telefonê axivî.

Serokwezîr encamên hevdîtinên ku di 8ê Tebaxê de li Waşîngtonê pêk hatin, pêşkêşî Serokkomarê Îranê kir û tekezî li ser derfetên ku aştiya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji bo herêmê vedike kir.

Serokwezîr Paşînyan tekez kir ku kanalên ragihandinê yên herêmî dê di çarçoveya prensîbên yekparçeyiya xakê, serwerî û dadweriya welatan de û li ser bingeha beramberiyê bixebitin.

Serokwezîr ji bo nirxandina objektîf a peymanên Waşngtonê spasiya Serokkomarê Îranê kir û girîngiya serdana Serokkomarê Îranê ya Komara Ermenistanê ya pêşerojê tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button