All NewsTop

Du forumên darayî û aborî wê îsal li Ermenistanê werin lidarxistinê

Forûmeke bankayê wê ji 23 heta 24ê Îlonê li Ermenistanê were lidarxistin. Ev yek ji aliyê Danîêl Azatyan, serokê Yekîtiya Bankayên Ermenistanê, di hevdîtineke bi rojnamevanan re di 1ê Tebaxê gotîe.

Forûm wê di çarçoveya 30 saliya Yekîtiya Bankayên Ermenistanê de were lidarxistin. Beşdar wê li ser perspektîfên pêşveçûna sektorê, pêşkeftina domdar û nûjeniyê nîqaş bikin. Çalakî wê 7 panelên nîqaşê di nav xwe de bigire.

Wekî din, di Cotmehê de li Şîrakê forumeke ji bo fînansekirina karsaziyên piçûk û navîn were lidarxistin. Yekem foruma bi vî rengî berê li herêma Aragatsotnê hatibû lidarxistin. Ev çalakî wê derfetek peyda bike ku li ser pirsgirêkên di sektorê de nîqaş bikin. Ezmûna berê ya lidarxistina forumê di nav beşdaran de bersivek erênî wergirt.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button