
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan biryarek îmze kir ku Andranîk Sîmonyan wek Rêveberê Xizmeta Ewlekariya Neteweyî tayîn dike.
Biryar wiha ye:
“Bi rêberiya Beşa 5emîn a Xala 9emîn a Qanûna “Li Ser Xizmeta Giştî” û Beşa 2emîn a Xala 4.1emîn a Qanûna “Li Ser Dezgehên Ewlekariya Neteweyî”, Andranîk Simonyan wek Rêveberê Xizmeta Ewlekariya Neteweyî tê tayînkirin.”
Bi biryareke din a Serokwezîr, Andranîk Simonyan ji posta xwe ya Cîgirê Rêveberê Xizmeta Ewlekariya Neteweyî hat dûrxistin.







