
Hevaltîya “Xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinî”, bi hevk’arîya t’ev opêratora çêxîye seyremeîþbûnê, seva Ermenîstanê xizmetk’arîya t’eze dide xevatê, maþîna seyremîþbûnê. Berne’me nav cûr’ê xwe welêtda ya pêþine û merem heye neh’îyêda seyremîþbûna xeta h’esinî pêþda bive. Çavwa “Armênprês” ij e’lamnivîsara hevaltîya “Xeta Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinî” pêdih’ese, maþîna seyremîþbûnêye e’wil 28-ê meha h’ezîranê wê destpêke- bi r’iya 9 r’ojê, k’îjanê þehere Ermenîstanê û Görcistanêva derbazve. Bi maþînê weke 300 h’îmlî r’êwîyê avropî wê r’êk’evin, ê kö wê qesta Sêvanê, R’ewanê, Gömirîyê, lê isa jî T’ilbîsê, K’ût’ayîsîyê û Batimê bikin.







