
Bi qîmetkirina Ararat Mîrzoyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D- nenihêr’î wê t’efsîlatê, wekî navbera R’ewanê û Ankarayêda eleqetê sîasîyêye r’esmî t’inene- navbera alîyada cotxeverdana ze’f aktîv û e’melî pêkhatine.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Ararat Mîrzoyan derheqa vê yekêda CM-da gotîye. «Bi t’inebûna eleqetê sîasîyêye r’esmîye t’ev T’irkîayê- cotxeverdana meye diha gelekî aktîv û e’melî hene, ne kö welatê p’ir’hejmar, eleqetê k’îjanaye sîasîyê hene. Hilbet, yekê döröstve, h’erke wê bêje, wekî we’deye encamê wê cotxeverdanêye hevsûbûnê ser e’rdê hevin. H’erke yek tiþtekî isa bêje, ezê xwexa qayîlvim”,- wezîr got- bi serdazêdekirina, wekî cotxeverîdana Ermenîstan-T’irkîa we’dekî dirêje r’êava erênîda înk’îþafdive û, hilbet, encamê ort’e hene, lê we’dê dîtina encama xilazîyêye, û ewe bawerîya alîyê ermenî. Mîrzoyan isa jî dora serr’astkirina t’ev Adrbêcanê xeverda- bi destnîþankirin û bi bêh’ed ferzkirina hevr’aqayîlbûna dora têk’sta hevr’aqayîlne’ma e’dlayêye navbera R’ewanê û Bek’ûyêda. Mîrzoyanê wezîr careke dinê jî erêkir, wekî Ermenîstan hazire t’ev Adrbêcanê hevr’axeverdana destpêke- seva qirarkirina cî û r’oja qolkirina wê t’emesûkê.







