
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xatîbzadê ragihand ku aliyê Îranî serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan bo Yêrêvanê plan dike.
Li gorî “Armenpress”, rayedarê Îranî ev yek di dema brifîngekê de bi rojnamevanan re di çarçoveya konferansa navneteweyî ya “Diyaloga Yêrêvanê-2025” de got.
Cîgirê Wezîr tekez kir ku têkiliyên di navbera herdu welatan de di asteke pir baş de ne, û serdanên dîplomatîk ên asta herî bilind têne kirin. Cîgirê Wezîrê Îranê destnîşan kir ku pênc şandeyên fermî yên din dê vê hefteyê serdana Ermenistanê bikin, di heman demê de bi bîr xist ku Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê, Armên Grîgoryan, hefteya borî serdana Îranê kirîe.
Li gorî Cîgirê Wezîr, têkiliyên di navbera her du gelan de di warên geştiyariyê û çandê de bi berdewamî pêş dikevin.







