
Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Gevorg Papoyan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya Îmarata Erebî ya Yekbûyî de, bi Rui Miguens de Oliveira Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Komara Angolayê re hevdîtin kir.
Weke ku Armenpress ji daxuyaniya Wezareta Aboriyê ya Ermenîstanê hîn dibe, mijarên kirîna almasên xav ji Angola û îthalata wan bo Ermenistanê hatin gotûbêjkirin.
Gevorg Papoyan hawirdora veberhênanê ya Ermenîstanê pêşkêş kir û destnîşan kir ku li Ermenîstanê pêvajoya hilanîna almasên xav bi pêş ketiye û salane 1,5 mîlyon qerat almasên xiş dikarin ji Angolayê bên îthalkirin û li Ermenîstanê bên çêkirin.
Wezîran li hev kirin ku gotûbêj di çarçoveya xebatê de berdewam bikin.







