All NewsTop

Çima hewce ye ku rejîma Aliyev pevçûnek nû ya sînor derxîne?

Di van demên dawîn de, maşîneya propagandaya Azerbaycanê her roj “nûçeyên” derew belav dike ku bi îdiaya Ermenîstan xwe ji şerekî nû re amade dike û di meha Nîsanê de wê êrîşî Azerbaycanê bike. Duh di nava rojekê de Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê 3 daxuyaniyên derew belav kirin û îdia kiribû ku hêzên çekdar ên Ermenîstanê ber bi Azerbeycanê ve gule berdane.

Rejîma Aliyev çima hewqasî eleqedar e ku aloziyên nû li ser sînor derxîne?

Sedem jî ew e ku razîbûna Ermenîstanê ji xalên peymana aştiyê re, ku wek tawîz tên pêşkêşkirin, bi ti awayî di planên Îlham Aliyev de cih negirt. Û niha, dema ku tu astengî li pêşiya îmzekirina Peymana Aştiyê tune ne, cîhê manevrayê û dûrketina ji îmzekirina Aliyev gelekî teng bûye.

Ne tesaduf e ku Paşînyan derbarê pesendkirina Peymana Aştiyê de bi Pûtîn, Pezeşkyan û Macron re bi telefonê axivîn, lê Aliyev ne eleqedar e ku bi kesî re li ser vê mijarê biaxive, ji ber ku îmzekirina Peymana Aştiyê li dijî berjewendiyên teng ên şexsî (eşîr) e.

Zêdetirî 40 welatan pêşwaziya wê rêkeftinê kirine û daxwaza îmzekirina wê kirine û daxuyaniya duh a Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê jî encamdana wê yekê bû. Bi rastî jî Amerîka daxwaz dike ku Aliyev tavilê peymanê îmze bike. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku ji bo Tirkiyeyê jî îmzekirina peymanê xwestek e.
Û Aliyev ji bo astengkirina îmzekirinê dikare çi bike?
Tenê vebijarkek jê re maye, ew jî êrîşa nû ya li dijî Ermenîstanê û derxistina tansiyonên nû yên herêmî ye, ku dê rê bide wî ku îmzekirinê têk bide û heta ji bo dev ji bendên Peymana ku berê lihevkirî ye, hincetek çêbike.

Helbet Aliyev baş dizane ku li ber çavê DYA û Ewrûpayê kêmasiya rewabûnê û kiryarên li dijî hêviyên navneteweyî tê çi wateyê. Lê belê tevî vê yekê jî divê di demek nêz de ji rejîma Aliyev her cure provokasyon û êrîşên nû bên hêvîkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button