
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghçî, ji ber pêşniyara Serokê Amerîka Donald Trump a ji bo veguhestina Filistîniyan ji Zîvala Gazayê bo welatên Ereb ên cîran, pêşniyara bicihkirina Îsraîlî li Gronlandê kir.
Di hevpeyvînekê de ligel Sky News, Araghçî tinazên xwe bi pêşniyara Trump kir, ku li seranserê herêmê bû sedema nerazîbûnê.
“Pêşniyara min cuda ye.” Araghçî got, “Li şûna Filistîniyan, hewl bidin ku Îsraîliyan derxînin, wan bibin Gronlandê da ku bi kevirekî du çûkan bikujin.”
Wezîr her wiha bal kişand ser gotegotên li ser êrîşeke muhtemel a Îsraîlî ya bi piştgirîya Amerîka bo ser bernameya nukleerî ya Îranê.
“Me eşkere kir ku her êrîşek li ser tesîsên me yên nukleerî dê bi bersivek lezgîn û bi biryar were bersivandin. Lê ez bawer nakim ku ew ê vê dînbûnê bikin.” “Ev bi rastî dîn e. Û ew ê tevahiya herêmê berbi felaketek pir mezin ve bibe,” wezîr destnîşan kir.
Wî got, Tehran amade ye ku guh bide pêşniyarên Tramp. Lê ji bo razîkirina Îranê ku pêwîst e danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî re li ser peymanek din dest pê bike, dê gelek zêdetir hewce bike, ji ber tiştê ku bi ya yekem qewimî







