
Li gor Olîvîêr Dêkotînî, Balyozê Fransa li Ermenîstanê, piştgirîya Fransa ji Ermenîstanê re bê şert û merc e, temam û domdar e.
Li gorî “Armenpress”ê, balyoz ev tişt di 13ê Çile de di civîneke ligel rojnamevanan de got.
Wî tekez kir ku Fransa piştgiriya Ermenistanê dike. “Ermenistan hukûmeta xwe temsîl dike û piştgiriya ku Fransa dide Ermenistanê ji hêla Serokomarê Fransa Êmmanûêl Makron ve pir zelaltir hate pêşkêş kirin.” “Bê şert û merc e, temam û daîmî ye,” balyoz tekez kir.
Ji Ermenîstanê re aştî xwest û da zanîn ku ji bo aşitiyê gotin têrê nakin, ji ber vê yekê careke din pabendbûna Fransa ya ji bo aştiyê li Ermenîstanê dupat dike.
Li gorî wî Fransa li kêleka Ermenîstanê ye.
Olîvîêr Dêkotînî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev sozek e ji bo aştiyek mayînde û dadperwer li herêmê, lê di heman demê de sozek e ku li kêleka Ermenîstanê bimîne û yekparçeyiya erd û serweriya wê biparêze.”







