PoliticsTop

Pirsa T’ÞBT’-da semti’girîya CE nehatîye göhastinê- WK’D- derheqa r’asthatina Moskvayêda qewimîda

Anî Badalyana zarbêja wezareta CE-ye K’D-e çapgerîyê got- bi þirovekirina r’asthatina T’Û-da qewimî.

Diha zû me e’lamkiribû, wekî Gûrgên Arsênyanê sefîreyê CE-yî T’Û-da t’ev r’asthatina Sêrgêy Lavrovê wezîrê T’Û-yî K’D û  sefîreyê  endam welatê T’ÞBT’- bûye. “Bi p’ara tevizandina li xevata T’ÞBT’ semt’girîya CE t’esmîlî göhastinê nebûye”,- Badalyanê gotîye.

Em bînne bîr- 23-ê meha sivatê e’yanbû, wekî N. P’aþînyanê serekwezîrê CE nav pirsqisê, k’îjan dabû “Fransê24”, gotîye- nisbetî Ermenîsîtanê þertne’ma bêqezîabûna t’omerî nehatîye qedandinê, a lema R’ewanê t’evbûna xweye li t’eþkîletê tevizandîye.

P’aþînyan 12-ê meha adarê dûrî aqila h’esavnekir, wekî CE dikare ij T’ÞBT’ derk’eve, h’erke T’ÞBT’ cava pirsa Ermenîstanêye bilindkirî nede- Ermenîsîtanêda goveka cavdarîya T’ÞBT’ k’îjane? T’ÞBT’ cav da, wekî Ermenîsîtanêda t’opraxa welêt serbest h’esavdike goveka cavdarîya xwe. 8-ê meha gölanê wezareta CE K’D e’lamkir, wekî Ermenîstanê t’ev p’erekirina þöxölvanîya  T’ÞBT’ neve. P’aþînyan 14-ê meha h’ezîranê CM-da e’lamkir, wekî gava dine ment’eqî wê derk’etina ij T’ÞBT’-ve.

Serekwezîrê CE 18-ê meha îlonê e’lamkir, wekî Ermenîstan nav eleqetê t’ev T’ÞBT’ nêzîkî niqitka paþdaveneger’andinêye. Bi gilîyê wî- t’eþkîletê seva serbestîya welêt qezîya e’firandine.

Krêmlê e’lametîya P’aþînyanva dengveda. Dmîtrî Pêskovê k’atvê sedrê T’Û-yî çapgerîyê binxetkir, wekî ij T’ÞBT’ t’ö qezîak naher’ike, bere’ks- t’eþkîlet gazîkirîye miqatî serbestîya endam welatê xweve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button