
R’êcêp’ T’ayîp’ Erdog’anê sedrê T’irkîayê dixweze Brîks-êva cemve û berî serecivata t’eifaqêye 16-a e’lama endamtîyê t’emsîlkirîye. Lê hila hê ew mecbûre wê fikrê ç’e’lke.
Sînan Ûlgênê pisporê “Fonda T’irkîaêye K’arnêgî”-êyî bi xeta sîasîya dereke gotîye Bîld-ê, wekî Hindistan p’êxemê endamtîya T’irkîaêye li Brîks-ê dixe. Me’nî eleqetê T’irkîaêye baþin t’ev Pakîstana dijmina Hindistanê.
Bi fikra Ûlgên- Erdog’an dixweze t’ifaqekêda t’ev Vladîmîr Pûtînve- seva meh’kemkirina “serbestîya T’irkîaêye de’wmeþandinê”. Pêþtirî wê, ew ij YA dilsarbûye. “R’ûmeta sîasîyê” jî me’nîke: Erdog’an dixweze bide k’ivþê, wekî “dikare yekpel ser k’örsîyê NATO-ê û Brîks-ê r’ûnê”. Ew meydana ort’emiletîyêda xwe “ort’eçî” h’esavdike
Lomek’ar divêjin, wekî Erdog’an bi t’edbîrê heman T’irkîya ajotîye nav xewlekirina sîasîyê.







