All NewsTop

Alîkarê taybet ê Serokê Amerîkayê nameya Jo Baîdên tesmîlîtî Nîkol Paşînyan kirîe

Serokwezîr Nikol Paşînyan, Alîkarê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Midûrê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Karûbarên Ewropayê Maîkl Karpêntêrî û Şêwirmendê Pilebilind ê Muzakereyên Kafkasyayê Lûîs Bono qebûl kirîe.

Maîkl Karpêntêrî pêşî nameya Serokê Amerîkayê Jo Baîdên radestî Serokwezîr Paşînyan kirîe. Paşê hevdîtinê da pirsên têkildarî peymana aştiyê ya Ermenistan û Azerbaycanê hatin nîqaşkirinê.

Serokwezîr Paşînyan amadebûna Ermenîstanê ji bo îmzakirina peymana aştiyê li gor maddeyên ku berê li hev kiribûn û berdewamkirina gotûbêjan dubare kir. Nîkol Paşînyan anî ziman ku di wê baweriyê de ye ku îmzekirina girêbestê dê pêbaweriya dualî pêş bixe û dê hêzeke erênî bide gotûbêj û lihevkirina li ser pirsên din.

“Maîkl Karpêntêrî tekez kir ku Amerîka pêşwaziyê li armanc û pêngavên Ermenistanê yên ji bo pêşxistina aştî û aramiyê dike, tekezî li ser proseya xêzkirina sînoran û îmzekirina rêziknameyê dike û tekezî li ser amadebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo beşdarkirina aştî û aramiyê li herêmê dike. di pêşerojê de,” peyamanê da hatîe gotinê.

Hate destnîşankirin ku li ser îmkanên rakirina blokên kanalên ragihandinê yên herêmî nêrîn hatin guherandin. Maîkl Karpêntêrî tekezî li ser piştevaniya Amerîka bo serwerî û yekparçebûna axa Ermenistanê kir.

Di hevdîtinê de behsa rojeva dualî ya hevkariya Ermenistan-Amerîka û pirsên din ên ku ji bo hevdu eleqedar in hatin kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button