All NewsTop

Pûtîn wê bi Paşînyan û Alîêv ra hevdîtinên dualî pêk bîne

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê 8ê çirîa pêşin beriya civîna Civata Serokên Dewletên Serbixwe bi Serokwezîr Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv re hevdîtinên dualî pêk bîne. Ev yek ji aliyê alîkarê serokê Rûsyayê Yûrî Ûşakov ve hat ragihandin, “Sputnik Ermenistan” ragihand.

Ofîsa Serokwezîrê Ermenîstanê da zanîn ku Nîkol Paşînyan ji bo beşdarî civîna asayî ya Civata Serokên Dewletên Serbixwe yên 7-8ê çirîa pêşin bibe bi serdaneke xebatê çûye Moskovayê.

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov beriya niha ragihandibû ku 7ê çirîa pêşin roja jidayikbûna Vladîmîr Pûtîn dê li Moskowê civîneke Encûmena Serokên Dewletên Hevbeş ên Dewletên Serbixwe were lidarxistin. Pêskov got, “Ew ê civîneke bi formek tam be, ku dê rojeva wê ya tam hebe.”

Paşînyan bi minasebeta rojbûna Pûtîn peyameke pîrozbahiyê şand.

Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan jî li Moskowayê ye, beşdarî civîna Civata Wezîrên Karên Derve ya ji bo civîna Encumena Serokên Dewletên Hevbeş a Dewletên Serbixwe bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button