
Wezareta Derve ya Ermenîstanê ragihand ku Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan dê di 29ê Tîrmehê de serdana Qibrisê bike.
Di navbera Wezîr Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Qibrisê Konstantînos Kombos de wê hevdîtinek bê kirin û piştî civînê wê wezîr daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
Li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Qibrisê, Ararat Mîrzoyan dê beşdarî konferansa salane ya serokên nûneratiyên dîplomatîk ên Qibrisê bibe û gotarekê pêşkêş bike.
Bi rayedarên din ên payebilind ên Qibrisê re jî tê plankirin.







