
Li gorî rapora Komîteya Parastina Azadiya Ragihandinê, di çaryeka duyemîn a îsal de 14 bûyerên şîdeta fîzîkî li dijî rojnameger û kameraman hatine tomarkirin. Ev hemû doz di 12’ê Hezîranê de di çalakiya protestoyî ya li kolanên Baxramyan-Demîrçyan de hatibûn tomarkirin.
Di çaryeka ewil a îsal de tu bûyereke tundiya fizîkî ya li hemberî rojnamegeran pêk nehat. Di civîna çapemeniyê ya li salona çapemeniyê hat lidarxistin de Serokê Komîteya Parastina Azadiya Ragihandinê Aşot Melîkyan diyar kir ku dema rewşa siyasî ya li welat xerab dibe, îstatîstîkên zextên li ser rojnamegeran jî diguhere.
Di çaryeka duyemîn a sala 2024’an de jî bi hinceta heqaret, tehdîd û astengkirina xebatên pîşeyî li hemberî rojnamegeran zextên cuda hatin tomarkirin. Di çaryeka yekem a îsal de 17, di çaryeka duyem de jî 26 bûyerên bi vî rengî hatine tomarkirin.Berevajî zêdebûna bûyerên tundiya fizîkî û zextê, kêmbûn di nîşaneyên binpêkirina mafê wergirtin û belavkirina agahiyan de hat dîtin. Bi taybetî di çaryeka ewil de 41, di çaryeka duyemîn de 19 bûyerên bi vî rengî hatine tomarkirin.







