
Alîkarê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Alêxêy Ovêrçûk, diyar kir ku Moskow berdewam Erîvanê wekî hevalbendê xwe dibîne û hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de geşbûnek berbiçav nîşan dide.
Li gorî “Armenpress”ê, gotinên cîgirê serokwezîrê Rûsyayê ji aliyê ajansa TASSê ve hatin ragihandin.
“Em di wê baweriyê de ne ku Ermenistan hevalbendê me ye, têkiliyên me yên aborî yên pir girîng hene. Derbarê bazirganiya me ya bi Ermenîstanê re 7,3 milyar dolar e û ger em li statîstîkê binerin li gorî heman heyama par du qat zêde bûye. Rêjeya mezinbûnê pir baş e, aborî pir baş pêş dikeve.”







