All NewsTop

UEFA’yê der barê ‘Gurên Boz’ a lîstikvanê futbolê yê Tirk de lêpirsîn da destpêkirin

UEFAyê der barê jesta rêxistina ûltra-neteweperest “Gurên Boz” a Merîh Dêmîral parêzvana navendî ya Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê da lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla ajansa Associated Press ve hatî ragihandin.

Hate diyarkirin ku UEFA’yê piştrast kiriye ku ji bo lêkolînkirina dosyeya Demîral mufetîş wezîfedar kiriye, lê diyar nekir ku lêpirsîna dosyayê kengî dikare biqede.

Maça din a Tirkiyeyê li hemberî Hollandayê wê di 6ê Tîrmehê de li Berlînê were kirin.

Merîh Demîral, parêzvanê navendî yê tîma neteweyî ya futbolê ya Tirkiyeyê, dema gola ku di pêşbirka fînala 1/8 a Şampiyoniya Ewropayê da li hemberî Awûstûryayê avêtibû pîroz kir, jesta rêxistina “Gurên Boz” a ultra-neteweperest nîşan da. Rêxistin û bikarhênerên cuda li ser torên civakî daxwaza lêpirsîn û betalkirina lîstikvanê futbolê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button