
Li gorî hesabên aborînas Sûrên Parsyan, di encama karesata Lorî û Tawûşê de rasterast zirara aboriyê dê bigihêje 200 milyon dolarî, em tenê behsa çêkirina rê, tazmînata ziyanên madî û avakirina xaniyan dikin. Aborînas Sûrên Parsyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê NEWS.amê re ev tişt got.
Li gorî Parsyan ji bo ji holê rakirina encamên aborî yên karesatê herî kêm 3-5 sal lazim e. “Ziyanên nerasterast di nav wê mîqdarê de nîn in: piştgirî ji karsaziyan re, dereng dayîna deyn, lêçûnên import û hinardekirinê.”
Bi gotina wî aborînas, ji ber lehiya çemê Dêbêd û Axstêvê ziyaneke mezin giha çendîn niştecihên Ermenistanê, bi taybetî ziyan giha 8 bajar û nêzîkî 30 gundan. Ji ber karesatê hem rasterast hem jî nerasterast zerar çêbû.







