
Seroka îstîxbarata derve Krîstînê Grîgoryan bersiva vê pirsê da ku gelo ji Rûsyayê metirsî li ser Ermenistanê heye yan na. Xetereyên li ser serxwebûn, serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê ji welatên cuda tên.
Li ser vê pirsê ku gelo ji aliyê welatên hevpeymanên me yên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektî ve ti gefên bi vî rengî hene? “Na, ez şîrove nakim.”
Di bersiva pirsa rojnamevana de jî diyar kir ku rojekê dê raya giştî navên wan welatan bizane. “Ez bawer im ku ew ê bizanibe.”
Her wiha behsa metirsiya êrişa leşkerî ji aliyê Azerbaycanê jî kir û got, ew hertim li wir in û heta asayîbûna peywendiyan divê bi cidî li van metirsiyan were girtin, lê zêde jî neyê dîtin. Bi gotina serokê dezgeha îstixbarata derve, ew rojane van metirsiyan dinirxînin û serokwezîr agahdar dikin.







