
Li balafirgeha “Zavrtnots”ê ji 1ê Tebaxê û pê ve hêzên cerdevanên sînor ên Ermenîstanê dest bi xizmetê dikin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan îro 12ê Adarê di civîneke rojnamevaniyê de ev tişt got.
“Me nû agahdar kir ku me biryarek wiha daye û ger ez ne şaş bim, dema dawî 1ê Tebaxa 2024an e.”
Da zanîn û teqez kir ku mesele ked e, ne siyasî û jeopolîtîk e.







