
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan beşdarbûna konferansa ewlehiyê ya ku liMyûnxênê hat lidarxistin girîng û bibandor nirxand.
Wî ev yek di civînekê de bi nûnerên civaka Ermenî li Myûnxênê û herêmên cîran ra gotîe.
“Berî her tiştî, qeyda min ev e ku têgihiştina Komara Ermenîstanê di civaka Ewropî de bi erênî diguhere û Komara Ermenîstanê her ku diçe zêdetir wekî welatek demokratîk ku bi reform û rojeva demokratîk ve girêdayî ye, dest pê kiriye. Em dibînin ku hem Yekîtiya Ewropayê hem jî aliyê me xwedî daxwaz û îradeya kûrkirina têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re ne.”
Li gorî wî, her wiha li ser teknolojiyên nû û mijarên girêdayî sektora enerjiyê gotûbêj hatin kirin û li ser wan hin rêkeftin hatin kirin.
Serokwezîr bal kişande ser wê yekê ku bi serokê Rêxistina Koçberan a Navdewletî û Komîseriya Bilind a Penaberan a NYê re li ser çareserkirina pirsgirêkên demkî û demdirêj ên hevwelatiyên ji Qerebaxa Çiya bûne gotûbêj hatine kirin. Herwiha hevdîtinên dualî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Şêwirmenda Almanya, Serokwezîrê Iraqê û Mîrê Lîhtenştaynê hatin kirin.







