
Nav e’lametîya 9-ê meha çirîya paþin niqitk t’ine, k’îderê k’ivþbûyîye, wekî Ûr’isêt gere miqatî nizam çi r’ê-dirbave: gilî derheqa bêh’esarkirina t’emamîya p’evgirêdanê malhebûnîyê û transportîyêdaye. Derheqa vaê yekêda Gêvorg Papoyanê dêpûtatê qelfa “Þertne’ma bajar’vanîyê”, sedrê encomana pirsê fînansqerz û byûcêtîyêye miqîmî got.
“Niqitka isa t’ine. Çaxê em niqitka 9-a dixûnin, em divînin, wekî ew niqitk derheqa wê yekêdaye, wekî Ermenîstan serîbinî r’ê gere bide. Û Ermenîstan hazire wê r’ê bide- angorî qanûndarîya me. Lê k’ê gotîye, wekî Ermenîstanê wexteekî r’ê-dirb dadane?
Lê niqitka isa, wekî Ûr’isêt gere miqatî tiþtîkîve- t’ine. Gilî derheqa vekirina r’ê-dirbadaye, çi r’ojeva Ermenîstanêdaye”,- Papoyan xitimkir.







