
Rojnamevan û lêkolînerê Tirk Ûzay Bûlût li ser posta çalakvanê Êzidî Zîdan Îsmaîl ê ji Almanyayê diyar kir ku piştî pîrozkirina Cejna Noelê li Ermeniyan, bi îhtîmaleke mezin ji aliyê Naziyên Tirk ve dest bi gefan kirine.
“Nêzî 40 hezar Êzidî li Komara Ermenîstanê dijîn, perestgeha herî mezin a Êzdiyan a cîhanê li Ermenîstanê ye.
Di sala 2018an de, parlemana Ermenîstanê biryarek qebûl kir ku jenosîda êzîdiyan ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li Iraqê di sala 2014an de hatiye kirin nas bike û daxwaz kir ku lêkolînek navdewletî derbarê tawanên rêxistina terorîstî de were kirin.
Hem ermenî û hem jî êzîdî neteweyên medenî ne, yên piştî qirkirinê û gelek tiştên wan ên hevpar hene, ji ber vê yekê dixuye ku pir ji hev hez dikin û qîmetê didin hev. Li beşeke dinyayê ku kêmnetewe gelek caran tên perçiqandin û kuştin ev bûyereke kêm e.” Ûzay Bûlût nivîsî.
“Dema ku ew tên Ermenîstanê û xwe bi belgeyan nas dikin, ew dibin beşek ji wê dadgehê, û di vê rewşê de, Ermenistan ne bi tenê ye di prosesên pêşdarazkirina wan tawanên cengê de, lê dezgehên sereke yên navneteweyî yên ku dozê birêve dibin di nav xwe de digire.” Mînasyan gotîe.







