CultureTop

Li Gavarê “Cejna Şivanan” hat derbaskirin

Li Gavarê ya navçeya Gexarkunîkê bi pêşengiya Komîteya Tûrîzmê ya Wezareta Aboriyê ya Komara Ermenîstanê û Şaredariya Gavarê çalakiya “Cejna Şivanan” a 3 rojan hat derbaskirin.

Çalakî di 7’ê Tîrmehê de ji bajarê Gavarê destpê kir. Di 7’ê Tîrmehê de tûrîst, organîzator û dilxwaz serdana kelehên serdema Kîklopeyan ên herêma Gavarê kirin û li vir li lîstikên şanoyê yên li ser rastiyên dîrokî temaşe kirin.

Roja dûda “Cejna Şivanan” li quntarên Çiyayê Xaça Pîroz a 10 kîlometreyan li rojavayê bajarê Gavarê hat derbaskirin. Walîyê Gexurkunîkê Karen Sargsyan, nûnerên Wezareta Aboriyê ya Komara Ermenîstanê , Komîteya Tûrîzmê, tûrîstên herêmî û biyanî, mêvan beşdarî çalakiyê bûn.

Festîval bi beşên danasîna jiyana mirovan ku li çiyayan dijîn, derbas bû:

porbirîna pez, her wiha pêşangeh û firotina berhemên xwezayî yên ku ji aliyê mirovan ku li çiyayan dijîn , hatine amadekirin, stran û dîlana netewî, lîstik-pêşbirkên neteweyî, siwarbûna hespan, cejna heşlemaya berxê, kartolên ku di agir de hatin amadekirin, pêşangeh û firotina berhemên herêmî .

“Cejna Şivanan” bi çalakiya “Roja Paxlavayê” bi dawî bû û di wê pêşangehê de firotgehek hat derbaskirin, ku tê de baklava kevneşopî, gata, loxum şekir û her weha berhemên nanpêjên, ku li parêzgehê têne hilberandin, şîrîniyên cûrbecûr hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de dersa çêkirina baklavayê hat derbaskirin û li cih de baqlavayê hat amadekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button