
Di 10’ê Hezîranê de bi pêşengiya komîteya tûrîzmê li gundê Xotê yê navçeya Tatewê ya herêma Syûnîkê festîvala “Birkirina pez” tê lidarxistinê.

Armanca mihrîcanê ew e ku jiyana çandî li Syûnîkê aktîv bike û tevkariyê li tûrîzmê bike.
Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan beşdarî merasîma vekirinê bûye.
“Ez gelek kêfxweş im ku çalakiyên wiha têne organîzekirin û em dikarin civakên xwe xurt bikin û çalak bikin, girîngiya karsaziyên herêmî di civatan de nîşan bidin,” wezîr destnîşan kirîe.

Berpirsa Têkiliyên Giştî ya Komîteya Tûrîzmê ya Ermenîstanê Anna Margaryan, bal kişand ser girîngiya çanda festîvalê di kişandina herikîna geştiyariyê ya nû de.







