
Li Azerbaycanê di asta dewletê de polîtîkaya îmhaya berfireh a her tiştê Ermenî tê meşandin. Şêwirmendê Serok Komarê Artsaxê Davît Babayan li ser agahiya li ser bicîkirina neqanûnî ya Hedrûta ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye dagirkirin û “axvanîkirina” dêra Ermenîyan a li Hedrûdê nirxand.
“Bê guman, tenê hilweşandin her gav naxebite. Cihê ku mîrateya Ermenîyan hebe, abîdeyên ku ji çavê raya giştî û raya giştî ya navneteweyî dûr in, erê, ji rûyê dinyayê tên rakirin. Herçend mînak hene jî, ku mîrata ermenîyan li ber çavê raya giştî ya cîhanê hat tunekirin, wek ku di mesela xaçkarên Naxîcevanê de çêbû. Û li cihê ku ne mimkûn e, ku ev were kirin, hewl tê dayin ku dîroka abîdeyan biguherînin, eslê wan biyanî were destnîşankirin. Çi li ser dêran? Tişta, ku tê serê dêra Hedrûdê, ya ku jê re tê gotin “axvanî”, ji qirkirina çandî pê ve ne tiştekî din e. Bi awayê, dema ku li ser navê “dêra axvanî-udî” tê gotin, hewce ye ku nûnerên gelê ûdî, karkerên asayî, bi eşkereyî ji koma palyasên, ku xwe wekî hin oldarên “dêra axvanî” nîşan didin, veqetînin. Ew diçin dêrên Ermenîyan ên li herêmên dagirkirî, xwa wekî “axvanan ” nîşan didin. 10-15 sal berê nûnerên heman komê serdana Keşîşxaneya Ermenîyan a li girava Axtamar a Gola Wanê ya li Tirkiyeyê kiribûn û ew wek dêra “axvanî” pêşkêş kiribûn. Ez wisa difikirim, ku ew nûnerên servîsên taybet ên Azerbaycanê bûn û dibe ku nûnerê Şanoya Drama ya Bakuyê jî bin:” got Davît Babayan.
Bi gotina wî, hîn bêhtir li Azerbaycanê siyaseteke taybet a dêrê tê meşandin û Babayan di wê baweriyê de ye, ku wê hewildanek ji bo bidestxistina otoqefaliya bi navê “Dêra axvanî” were kirin. Ew ê hewl bidin, ku vê yekê bi riya Patrîkxaneya Konstantînopolê, ku şahidiyên derewîn li ser xweseriya dêran dide, bikin. Şêwirmendê serokkomarê Artsaxê diyar kir ku rayedarên Azerbaycanê jî bi awayekî aktîf hewl didin, ku bi riya Dêra Ortodoks a Rûsyayê, siyaseta dij-ermenî pêk bînin. Lê bi saya kirinên Dêra Ermenîyan û hevkariya bi Patrîkê hemû Rûsyayê re, ew xeta xeter îro neçalak e. Babayan da zanîn, lê belê rejîma Alîyev dest ji hewldanên xwe yên bikaranîna wê weke çekeke jeopolîtîk bernade.







