PoliticsTop

Ermenîstan seva cîwarkirina r’esûltîya T’ÞBT’ hazire: P’aþînyan

Ne kö t’enê Ûr’isêt, lê isa jî Ermenîstan hizire, wekî r’esûltîya T’ÞBT’-ye nihêr’vanîyê ser sînorê t’ev Adrbêcanê bê cîwarkirinê. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîrê CE nav qisa t’ev r’ojne’mevana e’lamkir.

“Ne kö t’enê Ûr’isêt hazire, Ermenîstan jî hazire. Me goveka t’efek’ûrîya xwe xetkirîye, û, bi e’sasî, mêlbûna me ewe, wekî r’esûltîya îht’îmal ya k’ardarve. Eva seva çawa Ermenîstanê, isa jî T’ÞBT’ ferze. Û em wî t’erefîda didûmînin bixevtin”,- ê serekwezîr got.

Çi dimîne bona xevata nihêr’vanê YA- serekwezîr t’emî da r’esûltîyê T’ÞBT’ û YA-ê hevdö cödakin.

“Nisbetî CE borcdarîyê T’ÞBT’-êye bêqezîabûnê hene, borcdarîyê Ermenîstanê jî hene, k’îjan, cöda gotî, sala 2022-a û çawa ya sedrtîyê dike, û çawa welatê t’evbûyî, t’am qedandîye. Îzin t’ine r’esûltîya YA t’ev r’esûltîya T’ÞBT’ daynne ser derecekê. Dêmek, hîvîdarîyê me ij r’esûltîya T’ÞBT’ gere ê diha zêdevin, ne kö ij r’esûltîya YA”,- P’aþînyan got.

Ewî da k’ivþê, wekî r’esûltîya YA ya we’dledirêje, 2 mehene, wekî cîwarbûye, lo hila seranser cîwarnebûye, nav wê pêvjoyêye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button