TopWorld

Vegerin Şengalê

Endamên Meclîsa Gel û şaredariyên Şengalê bang li hemû Êzidiyên koçberbûne kirin da ku vegerin ser axa bav û kalên xwe. Endaman gotin; “Welatên xelkê ji me kesê re nabe war, sed sal jî biçe her çavê me li welatê me ye. Şengal ewleye, arame û xweşe.”

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ ya di 3 Tebaxa 2014’an de, bi hezaran Êzidî neçarman koçber bibin, ew qas jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn. Êzidiyên li kampan jî bicihbûne, di şert û mercên zehmet de jiyan dikin. Endamên Meclîsa Gel û Şaredariyên Şengalê ên ser bi Rêveberiya Xweser, derbarê vegera koçberan de ji Rojnews re axivîn.

Endamê Meclîsa Gel ya gundê Duhola Revo Hesen Elo anî ser ziman ku hem meclîs hem jî şaredariya Duhola ji bo civaka xwe xizmetê dike. Hesen got ku bi taybet şaredarî ji bo pêdiviyên civakê di nav liv û tevgerekê de ye. Hesen Elo bang Êzidiyên koçberbûne kir û got; “Banga min ji bo wan koçberan ewe ku vegerin ser axa bav û bapîrên xwe. Welatên xerîbiyê nabin yên we. Bi hemû xizmetguzariya xwe axa me cihê me ye. Cihê me îro ewleye, xweş e. Îro av, ceyran û pêdiviyên din jî birêve diçin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button