SocietyTop

Xaçê sor didûmîne li bajar’vanê ermenî biqeside, ê kö Adrbêcanêda têne xweykirinê, lê pirsgirêk hene

Cêrga wanda e’sker û kesê bajar’vanîyê hene. Pêþtirî wê, komîtê isa jî kesê h’etanî þêr’ alîyê Adrbêcanêda hêsîrbirî diqeside.

Derheqa vê yekêda Zar’a Amatûnîya cavdara dîwana KXSO Ermenîstanêdaye Ermenîstanêye çapgerîyê gote Spûtnîk Armênîyaê.

“Mehê çirîa pêþin-çirîa paþin em didûmînin wan kesa biqesidin,  kö adrbêcannêda têne xweykirinê. Hejmara wanda çawa binelîyê e’dilî, isa jî e’sker hene”,- Amatûnîyê got.

Ewê safînekirîye k’a gilî derheqa çend merivadaye, û gelo nav wan meriva meriv hene, ê kö pey e’lametîya sêalî û þer’r’awestinêr’a hatne hêsîrbirinê. Her t’enê da k’ivþê, wekî t’eþkîlet t’ev qewmê t’emamîya hêsîra nav p’evgirêdanêye.

Amatûnîyê isa jî daye k’ivþê, wekî ew nikare erêke- gelo wek’îlê KXSO giþta qesidîne, çimkî cedvela hindlava alîyada dayî t’ine.

Ewê þirovekir, wekî her t’enê cedvela t’am wê îznê bide serwextvin, k’a gelo xaçê sor pêr’a gîhandîye qesta giþta bike?

Komîtê isa jî li kesê hindava Adrbêcanêda h’etanî þêr’ hêsîrbirî qesidîye. Em bidine k’ivþê, wekî h’etanî þer’ê 27-ê meha îlonê destpêkirî Adrbêcanêda pênc ermenî hatne xweykirinê- Narêk Sardaryan, Karên G’azaryan, Arayîk G’azaryan, Arsên Bag’dasaryan û Gûrgên Alavêrdyan.

Wexta þêr’ Adrbêcanêda lap kêm 21 ermenî hatne hêsîrbirinê. Yek- Êvgênya Babyana binelîya Hadrût’êye85 salî, bi ort’eçîtîya KXSO li alîyê ermenî hatîyepaþdaveger’andinê. T’ev wê e’ynî r’ojê Mîþa Mêlk’ûmyanê binelîyê e’ynî þeherîyî 84 salî Bek’ûyêda mirîye, cinyazê wî hatîye cîgöhastinê li Ermenîstanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button