All NewsTop

Gagîk Tsarûkyan Hatîe Girtinê

Karsazê Partiya Ermenistana Pêşkeftî Gagîk Tsarûkyan du meh in hatiye girtin.

Komîteya Lêpirsînê ya Komara Ermenistanê ragihandîe.

Gagîk Tsarûkyan bi sextekarî û şûştina pereyan hatiye tawanbarkirin.

Di 6ê Tîrmehê de, Gagîk Tsarûkyan hat girtin û ji bo Komîteya Lêpirsînê hat veguhastin. Paşê, ew ji Komîteya Lêpirsînê bo dadgehê hat veguhastin.

Komîteya Lêpirsînê ragihand ku di çarçoveya dozên cezayî de, li zêdetirî 70 navnîşanan bi hevkariya Servîsa Ewlekariya Neteweyî, Komîteya Dahata Dewletê û polîsên Wezareta Karên Navxweyî lêgerînên hevdem hatine kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button