
Di 14ê Hezîranê de, civînek xebatê di navbera Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Komara Ermenistanê Armên Grîgoryan û Alîkarê Serokkomarê Komara Azerbaycanê Hîkmêt Hacîyêv de li Dîlîjanê pêk hatîe.
Li gorî Konseya Ewlehiyê ya Komara Ermenistanê, di civînê de, alîyan li ser mijarên têkildarî rojeva aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de nîqaş kirine.
Girîngiya diyaloga dualî ya domdar di çarçoveya hewldanên ji bo xurtkirina aştî û aramiya demdirêj li herêmê de hate tekez kirin.
Aliyan her wiha li ser tedbîrên ji bo xurtkirina baweriya hevbeş di navbera civakên sivîl ên her du welatan de nêrînên xwe parve kirin.
Armên Grîgoryan û Hîkmêt Hacîyêv li hev kirin ku têkiliyên xebatê bidomînin, û destnîşan kirin ku civîna din dê li Azerbaycanê were lidarxistinê.







