
Ermenîstan k’arê xwe nake sertayê bike nav eleqetê t’ev Ûr’isêtê.
“Em hevalk’arin, k’îjan bi p’evgirêdanê p’ir’hejmar hevva girêdayîne û temê meyî e’ne’nekirina silamet heye, warê silametda wan eleqetê döalî k ’ardar pêþda bivin”,- Mîrzoyan binxetkir.
Bi gilîyê wî- pirsgirêk, çawa h’alê t’emamîya eleqtê dinda, mewcûdin, lê lazime bi e’ne’nekirinê avakirinê safîkirina bivînin.
“Em ze’f baþ serwextdivin û ij Ûr’isêtê nîne, wekî gere bêjne me, wekî endamtîya li YAAM û YA hevcîwarbûnê nînin. Îht’îmal nîne- em YAAM-da bimînin û bivne endamê YA. Emê nêzîkbûna t’ev YA bidûmînin, û çaxê ew dêm bê, wekî em gere qirarê derxin- endamê vê yan wê malêvin, emê wê qirarê derxin. Vira xever t’ine û careke din- ij derva nîne, wekî derheqa vê yekêda gere bêjne me”,- wezîr serda zêdekir- bi k’ivþkirina, wekî difikire bi t’emamîya t’erefa erênî, silamet, ser h’îmê qedir û k’ara döalî pêþdabirina hevk’arîyê.
Van xilazîya xizmetk’arê Ûr’isêtêye baþqe-baþqe e’lamdikin, wekî Ermenîstan gere bijartinê navberap YAAM û YA-da bike. Vladîmîr Pûtnê sedrê Ûr’isêtê jî pêþdanîn li derge-dîwanê Ermenîstanê kirîye bi wê pirsê r’êfêrêndûmê derbazkin. N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê çend cara e’lamkirîye, wekî Ermenîstan k’arê xwe nake ij YAAM derk’eve, h’etanî pêvajoya nêzîkbûna li YA û endamtîya li YAAM hevdö þerpezenakin.







