All NewsTop

Armên Grîgoryan di têkiliyên Ermenistan-Rûsyayê de krîzek nabîne

Armên Grîgoryan, Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê, di têkiliyên Ermenistan-Rûsyayê de krîzek nabîne. Grîgoryan ev yek di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re diyar kir.

Grîgoryan destnîşan kir ku “Têkiliyên Ermenistan-Rûsyayê xwedî rojeveke berfireh in, di wê wateyê de, heke em tevahiya spektruma têkiliyan li ber çavan bigirin, dibe ku li hin deveran pirsgirêk hebin, lê bi gelemperî ez di têkiliyan de krîzek nabînim.”

Sekreterê Konseya Ewlehiyê her wiha behsa daxuyaniyên ji Moskowê yên derbarê dabînkirina platformek ji bo Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zêlênskî li Yêrêvanê kir.

Armên Grîgoryan got, “Me civîna civaka siyasî ya YE li Ermenistanê li dar xist, me format parast.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button