
Di 20ê Nîsanê de, Wezîrê Parastinê yê Komara Ermenistanê, Sûrên Papîkyan, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo Qefqasya û Asyaya Navîn, Kêvîn Hamîlton, pêşwazî kir.
Wezareta Parastinê ya Ermenistanê radigihîne ku Sûrên Papîkyan ji bo wergirtina vê wezîfeyê pîrozbahî li Kevin Hamilton kir û jê re serkeftin xwest.
Di hevdîtinê de, mijarên têkildarî rêça heyî û perspektîfên pêşketina hevkariya Ermenistan-NATOyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha alîyan li ser mijarên têkildarî ewlehiya herêmî û navneteweyî jî axivîn.







