
Par, me li Komara Ermenistanê temenê jiyanê yê rekord tomar kir – 78.4, ku di dîroka me de hejmareke bêhempa ye. Îro, di 13ê Nîsanê de, di civînekê de bi nûnerên kardêrên mezin ên li Ermenistanê re, Serokwezîr Nîkol Paşînyan ev yek destnîşan kirîe.
“Ev faktorek pir mezin û girîng e, ku yek ji armancên me yên sereke ye. Armanca me ew e ku mirov dirêj bijî, lê di heman demê de ku dirêj bijî, bi qasî ku pêkan be baştir bijî. Ez jî pir girîng dibînim ku ji bo cara yekem di dîroka me de, teqawidiya navînî ji sebeta xerîdaran zêdetir e û bi girîngî bilindtir e. Ev jî encama hevkariya di navbera aborî û hikûmetê de ye,” wî got.







